H’emû nûçeSereke

Hevr’axeberdan wê t’unebin: serokê Arsaxê derheqa prînsîpên h’elkirina pirsgirêka Arsaxêye nûda gotîye

Nava şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êda hevr’axeberdan wê t’unebin, çimkî meremê alîyê de’w û dozêyî mayîn bona wê yekê t’une.Fikira wî cûr’eyî serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana e’lam kirîye. “Hevr’axeberdan wê t’unebin û ez wana nabînim.Alîyê azêrîya êrîş li ser sînorê Ermenîstanê mîyaser kirîye. Ew opêrasîyonên leşkerî bûne.Meremê azêrîya t’une. Emê çi gotûbêj bikin, wextê ku ew dibêjin, emê stansîa atomîxin, wextê ku dibêjin Stêp’anakêrt, Yêrêvan gerekê bibine bajar’ên azêrîya. Xwestina wî cûr’eyî li cem min t’une, ku t’evî seroketîya wî welatî gotûbêj bikim, ya ku wî cûr’eyî difikire”,-ewî gotîye. Harût’yûnyan usa jî derheqa prînsîpên Madrîdêda xeberdaye, derheqa serecema k’îjanada ewî ji pirêssayê bihîstîye û çawa serekwezîrê Arsaxê t’u tişt bi fermî r’aberî wî nekirine.”Em zanin, ku girêdayî prînsîpên Madrîdêr’a çi t’êma hatîye gotûbêjkirinê. Ew dokûmênt ji alîyê cûr’e-cûr’e şexsada hatîye belavkirinê. Nava prînsîpên Madrîdêda du pêşnîyar hebûn: pênc neh’îyên bi statûsa nee’yan, bi cûr’ê r’êfêrêndûma ze’yîf, lê ya mayîn, tê bêjî h’evt neh’yî û sivderek dewsa naskirina serbestîya Qerebag’ê, lê ne ji alîyê Adirbêcanêda”,-Harût’yûnyan gotîye. Bi xeberdana derheqa h’elkirina pirsgirêkêda, Harût’yûnyan daye dîyarkirinê,wekî ne ku naskirina serbestîya Qerebag’ê girînge, lê bêqezîyabûna wê.Arayîk Harût’yûnyan usa jî gotîye,wekî r’oja îroyîn t’u cûr’ekî pêşnîyarkirinê gotûbêj nakin, bi k’îjanê dereca bêqezîyabûna Arsaxê dikare ze’yîfbe.Ewî gotîye,wekî tiştê herî sereke bêqezîyabûne û daye dîyarkirinê,wekî mînaka wî cûr’eyî bûyarên Tavûşê dane k’ifşê û serda zêde kirîye,wekî ew bûyar hema nava têrîtorîya Ermenîstana naskirîda qewimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button