SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê bona piştgirîya hert’imî r’azalixî e’lamî Fransîyayê kirîye

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî bona piştgirîya we’dedirêj, ya ku Fransîyayê daye Herêma K’urdistanê, r’azalixî e’lamî Fransîyayê kirîye û gotîye,wekî K’urdistan hazire p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û P’arîzêda pêşer’ojêda bêne berfirekirinê. Derheqa wê yekêda Nêç’îrvan Barzanî, piştî r’asthatina t’evî serokê Fransîayê Êmanûêl Makron ev e’lametî belav kirîye. Lîdêrê k’urd duh r’oj, bi t’eglîfkirina Makron, çûye Bexdayê.Makron bi seredan hatibû Bexdayê, li k’îderê hevdîtn hatîye derbazkirinê.Xêncî wê yekê r’asthatinên başqeye t’evî nevsên derecebilind derbaz bûne. “Ez t’evî cêrge r’asthatina bûm, nava wanda usa jî t’evî serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî, serokê Îraqê Berhem Salih’, spîkêrê parlamêntê Xalbûsî û usa jî t’evî Seh’îd Al H’akim. Me p’êwendîyên dualî gotûbêj kirin, usa jî derheqa h’elkirina pirsên di navbera herdu alîyada, yên anegorî konstîtûsîyayê, xeberda”,-nava e’lametîya Barzanîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button