Dêpartamênta Ştatên Amêrîkaêye Yekbûîye dewletê e’lam kirîye,wekî Waşîngton êmbargoya li ser sîlih’ên bona Qibrisê dide hildanê. “K’omara Qibrisê t’ifaqdara meye li be’h’ra Sipîye. Ez şame, ku em hevk’arîya xweye nava goveka bêqezîyabûnêda didine k’ûrkirinê.Em êmbargoya li ser firotana sîlih’ên bona K’omara Qibrisê sala tê didine hildanê”,-k’atibê Ştatên Yekbûîyî dewletê Mayk Pompêo T’wîttêra xweda nivîsîye.Li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî sala fînansîye nû 32-ê cotmehê destpê dibe.Êmbargo sala 1987-a hatîye pêşdak’işandinê bi wî meremî, ku prosêsa yekbûna Qibrisêye p’ara yûnana û p’ara t’irka bihata piştgirtinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close