H’emû nûçeSereke

Xebatên bona morkirina peymana t’ifaqdarîya stratêcîda, ya di navbera Ermenîstanê û Arsaxêda destpê bûne

Li Arsaxê gavên neqanûnî wê t’unebin. Derheqa wê yekêda, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan gotîye.”Emê îzinê nedin ku t’u kes qedirê me p’êpeske”,-ewî gotîye. Bi xeberdana derheqa pêrspêktîvên bona îmzekirina t’ifaqa stratêcîye di nvbera Ermenîstanê û Arsaxêda, serokê Arsaxê gotîye: “Girêdayî morkirina peymana derheqa t’ifaqa stratêcîda xebat îdî destpê bûne. Li şêwirên bêqezîyabûnê pirsa hazirkirina xebatê tê gotûbêjkirinê.Nava wê pirsêda dijwarî t’unene.Em gerekê h’emû tiştî h’esab hildin, ku gelo piştî wê qirarê emê çi qazanckin, yan çi undakin.Miqabilî wê yekê t’u kes t’une.Wezîretên herdu alîyaye k’arên der jî lêk’olîna dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button