H’emû nûçeSereke

Çi p’êwendî di navbera t’e’lîmên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û bûyarên Tavûşêda hene?

Bi fikira p’êşezanê leşkerî Karên Vêranyan nava dorana Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda t’elîm anegorî planê berdewam dibin û anegorî wê yekê jî çend cûr’ên t’e’lîma hene. “Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Koloêktîv dicêr’bîne r’astkirina bike û caba wan bûyara bide, yên ku nava têrîtorîya organîzeyêda diqewimin.Ji alîkîva ew t’e’lîmên plankirîne, lê ji alîkî mayîva jî ew nava dorana wê fikirdarîyêda tên r’aberkirinê, ya ku pirsên p’arastinêva girêdaîye”,-Vêranyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî t’e’lîmên ku wê bên derbazkirinê û usa jî bûyarên Tavûşê hevva girêdayîne û h’esab dike,wekî ew t’e’lîm badîhewa nayêne derbazkirinê û ew jî piştî wan bûyara. “R’êgîyona me nava p’êla t’e’lîmaye bi sirêdane. Piştî bûyarên Tavûşê me t’e’lîmên t’irka û azêrîyaye leşkerî dîtin, li ser fona k’îjana t’e’lîmên ermenîya-r’ûsaye p’arastina hewê derbaz bûn, yên ku caba t’e’lîmên t’irka-azêrîya bûn”,-pêşezanê leşkerî gotîye. Bi fikira wî, sertbûna h’alê nû dikare r’îskên nû pêşda bîne, wextê ku qewînbûn gelekî nerme û bo wê yekê jî alîyê ermenîya gava diavêje, ku pirsên xweye p’arastinê û bêqezîyabûnê h’elke, dicêr’ibîne xebtên xwe jî t’evî alîyê r’ûsa bide koordînasîyakirinê. Bi fikira p’êşezan, t’e’lîmên leşkerî xêncî zeftkirina berxudana ermenîya-azêrîya, usa jî k’emala wane mezin heye.Ewî gotîye,wekî t’e’lîmên wî cûr’eyî mecalên alîya didine k’ifşê, bona ku pêşîya wan qezîya bigrin, yên ku ji welatên der tên û ew yek jî gava zeftkirinêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button