Ji 12-ê îlonêda li Ermenîstanê kar’antînê bê e’lamkirinê: cîgirê wezîr îzbat kirîye

Ji 12-ê îlonêda destpêkirî h’alê qeydederî li Ermenîstanê wê bê derxistinê û dewsa wî kar’antînê bê îzbatkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’afîk Grîgoryan li parlamêntê gotîye. “Heger desta qanûna h’etanî 11-ê îlonê tê qebûlkirinê, wî çaxî meremê h’ukumatê heye kar’antînê e’lamkin û şer’k’arîya dijî koronavîrûsê berdewamkin, çimkî ew hela hê ser hevda nehatîye”,-Grîgoryan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî kar’antîn ji h’alê qeydeder cuda dibe.Wextê kar’antînê li wê zonayê çûyîn-hatin tê sînorkirinê, h’etanî girtina sînorê dewletê jî, h’etanî girtina îdarên xwendinê û usa jî anîn-birina eşîya tê sînorkirinê.Ew îdara ku k’ar dike, wî çaxî dikare şuxulk’arîya xwe bide sînorkirinê, wextê ku li wir tê h’esabê kanîya belvbûna nexweşîyê.Bi gotina R’afîk Grîgoryan mecalên cabdarîyê h’îmlî wextê h’alê qeydeder û kar’antînê nêzîkî hevin.