H’emû nûçeSereke

K’itêba Pîyotr Svîtalskî, ya bi sernavê “Şorişa ermenî: xeleqa xilaznebûyî” r’onayî dîtîye

Li malp’er’a Pism.pl ya ku malp’er’a înstîtûta polonîye heleqetîyên navnet’ewîye, k’itêba êlêktronî, ya serokê dêlêgasîya Yektîya Avropayêye li Ermenîstanê, Pîyotr Svîtalskî belav bûye, ya ku derheqa şorişa sala 2O18-ye li Ermenîstanêye e’dilda gilî dike.Xudanê k’itêbê mêxanîzmên sazkirina modêla piştî Sovyêtê, ya li Ermenîstanê û zêdebûna ner’azîbûna sosîyalî tîne ber ç’e’va.Ew bûyarên şorişêva girêdayî r’aber dike. Svîtalskî k’it’êba xweda derheqa açixîyên k’oma xweye sîyasîda jî dibêje û usa jî derheqa wan dijwarîyada dide dîyarkirinê, yên ku girêdayîne sîstêmên êkonomîkî û sîyasîye berêr’a.Baylozê berê h’emtêk’sta şuxulk’arîya werguhastinên li Ermenîstanê, ya gêopolîtîkî lêk’olîn dike, bi h’esabhildan faktora de’w û doza Qerebag’ê û h’elkirina pirsgirêkê.Dawîya k’itêbê Svîtalskî pêşnîyara û fikira girêdayî sîyasîya Yektîya Avropayê û hevk’arîya Ermenîstanêye t’evî wê r’aber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button