Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron careke mayîn îzbat kirîye, ku P’arîzê piştgirîya hindava K’urdistanêda berdewam bike.Ewî r’ola hêzên pêşmergaye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê bilind qîmet kirîye. Derheqa wê yekêda , Makron wextê hevdîtina t’evî serokê K’urdstanê Nêç’îrvan Barzanî gotîye, li k’îderê t’êmayên cûr’e-cûr’e, nava wanda usa jî pirsên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda, hatine gotûbêjkirinê.Makron û Barzanî qayîl bûne, wekî pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda k’ilîta qewînbûna t’emamîya Îraqêne. Xeberdan usa jî derheqa şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê çûye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close