H’emû nûçeSereke

Bombekirina stansîya Ermenîstanêye atomî wê bona r’êgyonê bibe Çêrnobîl: Armên Sargsyan

Serokê Ermenîstanê Armên Sargsyan t’evî civîna global, ya t’eşkîleta Organîzeya Net’ewên Yekbûyîye pêşk’eftina senayê û ya Yekîtîya Mîrtîyên E’reba bûye. “Ermenîstan şer’karîyê dijî koronavîrûsê mîyaser dike, lê cînara me- Adirbêcan, ya ku dîsa şer’k’arîyê dijî nexweşîyê mîyaser dike, li ser sînorê Ermenîstanêyî dewletê opêrasyîonên leşkerî destpê kirin. Fikirdarîya saxlem li k’îderê ye? Cînara meye mayîn-T’irk’îyayê e’lametîya sert belav kir, ya ku min dibe berbi zemanê 1O5 sal pêşda, wextê ku li împêratorîya osmanî k’omkujîya Ermenî hate mîyaserkirinê. Ew yek jî min nereih’et dike, wekî seroketîya azêrîya gefa duxwe, ku wê êrîşê bibe li ser stansîya Ermenîstanêye atomî. Bombekirina stansîya atomî, wê zyanê ne t’enê bighîne Ermenîstanê, lê usa jî wê bighîne h’emû cînara, h’etanî dewletên başqe jî û wê bona r’êgyonê bibe Çêrnobîl. Ez gumanim, wekî em saxlemîya fikirdarîyê unda nekin û emê guhdarîya xwe bidine li ser pêşer’ojê û tiştên pêşda çêkirî qîmet bikin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button