H’emû nûçeSereke

De’w û dozên li r’êgîyonê h’ukumî li ser bêqezîyabûna navnet’ewî dikin: Tonoyan

De’w û dozên li r’êgîyonê nikarin bi qewatê bêne h’elkirinê. E’lametîya wî cûr’eyî wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan li Moskvayê wextê civîna wezîrên Welatên Hevalbendîya Dewletên Serbest, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û Organîzeya Hevk’arîya Şan Hayê belav kirîye.Wextê axavtina xwe ,Tonoyan gotîye,wekî axavtinên piştî her bûyarekê, yên ku çawa berdewama şer’k’arîyê tê h’esabê, k’arê nadin û nagihînine t’u encamî. “Hazirîya R’ûsîyayêye li r’êgîyonê, usa jî qewatbûna hevk’arîya Ermenîstanê û R’ûsîyayêye leşkerî, faktora zeftkirinêye girînge, ya ku k’arê dide qewînbûna r’êgîyonê û xweykirina bêqezîyabûnê”,- Tonoyan gotîye. Bi gotina wî h’emû alî derheqa sertbûna heleqetîyên ort’edewletîda, êskalasîyayê, krîzîsên li ser h’îmê êt’nîkî û dînî pêşdahatî xeber didin. “Bi wê yekêva t’evayî dinîya îdî diha zêde hevva hatîye girêdanê.Neqewînbûna li her r’êgîyonekê dikare encamên xirab bona t’emamîya dinîyayê pêşda bîne. Bi gilîkî mayîn gotî, nava qewilên nihada, nikarin cuda bêqezîyabûna r’êgîyonê bidine ç’areserkirinê. Her de’w û dozeke li cîyekî mayîn, h’ukumî li ser bêqezîyabûna nvanet’ewî dike.Ew yek ne t’enê derheqa pirsên leşkerî-sîyasîdane, lê usa jî derheqa nexweşîya belavbûyîdane, ya ku werguhêzî pirsgirêka h’emt’omerî bû”,-wezîr gotîîye. Bi gotina Tonoyan pirsgirêka sereke ya civaka navnet’ewî ewe, ku aşîtîya qewîn çêkin, ya ku li ser h’îmê merk’ezên neqewînbûnê saz bûye. Wê yekê dikarin t’enê wî çaxî r’astkin, wextê ku h’emû alî borcdarîyên xweye navnet’ewî biqedînin, prînsîpên t’evayî qewînkin, berê e’wlin mêxanîzmên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî. “Em wê yekê h’esab hildidin, wekî xweykirina normên mafên navnet’ewî, r’ola mezin nava îzinnedayîna de’w û dozada dilîze. H’îmê hevr’aqayîlnebûnên di navbera dewletada, gerekê hevr’axeberdanên e’dilbin û t’u alîkî mayîn gerekê t’evî k’arên wan welataye hundur’ nebe”,-Tonoyan gotîye.Tonoyan careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî normên mafên Ermenîstanêyî navnet’ewî, li ser globalîzasîya aqilmendîyê hatîye h’îmdanînê. “Mixabin, ez mecbûrim bêjim, wekî li Kavkaza Başûr h’alê leşkerî-sîyasî bi potênsîyala konflîktîye mezin tê lênihêr’andinê.Van axirîya li r’êgîyonê h’alê sert tê k’ifşê û bi qîmetkirina me, ew yek encamê xwestinên hinek welataye”,-wezîr gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava goveka berjewandîyên Ermenîstanêye stratêcîda ne t’enê r’êgîyona Kavkazêye, lê usa jî zona cabdarîya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve, usa jî R’ohilata Navîn û r’êgîyona be’h’ra Sipîye. Tonoyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan h’ewask’are ku li wan r’êgîyona aşîtî û qewînbûn tê xweykirinê. Bi gotina wî, pirsa here sereke şer’k’arîya dijî têr’orîzmêye. Bi bilind qîmetkirina r’ola R’ûsîyayêye li Sûrîyayê, Tonoyan gotîye,wekî Ermenîstan jî gihîştîye alîkirina hindava cime’ta Sûrîyayê û şuxulk’arîya dasekinandina sîstêmên welêt. Wezîr daye bawarkirinê,wekî meremê Ermenîstanê heye, vir wada jî t’evî înîsîyatîvayên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bibe, yên ku nava govekên cuda-cudada tên xebitandinê û bona wê yekê li Yêrêvanê hazirin potênsîyala heyî bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button