SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk gumanin, wekî heger T’irk’îya careke mayîn êrîşa destpê bike, civaka navnet’ewî wê t’evî wê prosêsê bibe

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk gumanin, wekî heger T’irk’îya careke mayîn êrîşa destpê bike, civaka navnet’ewî wê t’evî wê prosêsê bibe. Derheqa wê yekêda wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk gotîye.Piştî çend opêrasîyonên leşkerî, T’irk’îya û k’omên îslamîste wêva girêdayî, niha çend neh’îyên li bakûrê Sûrîyayê kontrol dikin. Serk’arê merk’eza prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mistefa Balî e’lam kirîye,wekî bi saya hevr’aqayîlbûnên di navbera ŞAY û T’irk’îyayêda û R’ûsîyayê û T’irk’îyayêda opêrasîyonên leşkerîye li herêmê sekinîne.Piştî destanîna hev’aqayîlbûna di navbera Waşîngtonê û Enqerêda T’irk’îyayê opêrasîyona dijî hêzên Sûrîya Dêmokratîk da sekinandinê.Piştî hevr’aqayîlbûna di navbera Moskvayê û Enqerê, hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji neh’îyên ber devê sînor dûrk’etin û îzin dane hêzên R’ûsîayê û serokê Sûrîyayê Esed, ku ew bêqezîyabûna wan neh’îya hildine bin kontrola xwe. Balî usa jî gotîye,wekî T’irk’îya her dem dikare opêrasîyona leşkerîye nû destpê bike û wî çaxî hêzên Sûrîya Dêmokratîk gumanin ku hevk’arên navnet’ewî wê t’evî wê yekê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button