H’emû nûçeSereke

Serokên ştabên hêzên Ermenîstanê û R’ûsîyayêye sîlih’kirî pirsên hevk’arîya leşkerî gotûbêj kirine

Serokên ştabên hêzên Ermenîstanê û R’sîyayêye sîlih’kirî Onîk Gasparyan û Valêrî Gêrasîvov wextê hevdîtina li Fêdêrasîya R’ûsîyayê, pirsên derheqa hevk’arîya leşkerîda gotûbêj kirine.Wextê hevdîtinê, Gêrasîvov gotîye,wekî hevk’arîya leşkerîye di navbera Ermenîstanê û R’ûsîyayêda pêşda diçe, çawa bi cûr’ê dualî, usa jî bi cûr’ê p’ir’alî, nava sîstêmên navnet’ewî û berê e’wlin nava goveka dorana Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda. Ewî r’azalixî e’lamî Gasparyan kirîye, ku 24-ê h’ezîranê wextê meşa Serêk’evtinêye li Moskvayê, k’omeke leşkerên Ermenîstanê hazir bûye. Gêrasîmov derheqa dereca hazirîya leşkerên ermenîye bilindda daye dîyarkirinê.Gasparyan jî sirîya xweda bona alîk’arîya qulixçîyên leşkerîye li Ermenîstanê, ya bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê r’azalixî e’lam kirîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî k’oma p’êşezanên R’ûsîyayê nêzîkî pênc meha li Ermenîstanê xebitîye.Onîk Gasparyan usa jî serda zêde kirîye,wekî R’ûsîya t’ifaqdara Ermenîstanêye stratêcîye û li Yêrêvanê k’emala mezin didine heleqetîyn t’evî Moskvayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button