SerekeSîyasî

Wek’îlê koalîsyona navnet’ewî derheqa serhevdahatina mîsîya xweye li K’urdistana Sûryayê e’lam kirîye

Prêssa k’urda e’lam kirîye,wekî pêncê îlonê prêss-konfêraênsa t’evayî, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk û koalîsyona navnet’ewî derbaz bûye, ya ku p’êşk’êşî serhevdahatina mîsîya k’atibê prêssayê, yê koalîsyîona navnet’ewî kirine. Hatîye gotinê,wekî Mayls K’êgîns nikaribûye wextê axaftina dawî hêsirên xwe zeft bike. Prêss-konfêrans li Hesekê derbaz bûye. “Em bi Mayls K’êgînsva fir’nax dibin, çimkî ewî dijî t’eşkîleta têr’orîstîye mezin şer’ dikir û em t’evayî serk’etin”,-ewî gotîye. Mistefa Balî gotîye,wekî ew kolêgayê giranbiha unda dikin, lê hevalekî baş dest tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button