SerekeSîyasî

K’ulfeta Salh’edîn Dêmîrt’aş, yê ku h’ebsêdane, bangî sedirê meh’kema Avropayêye mafên mêriv dike, ku ew r’astî k’urda bê

K’ulfeta Salh’edîn Dêmîrt’aş, lîdêrê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê, yê ku h’ebsêdane, bangî sedirê meh’kema Avropayêye mafên mêriv kirîye, ku ew r’astî k’urda bê. Sedirê meh’kemê R’obêrto Spano niha li T’irk’îyayêye.K’ulfeta Dêmîrt’aş T’wîttêrêda nivîsîye,wekî sedirê meh’kemê r’astî serokê t’irka û nevsên h’ukumatêye derecebilind hatîye, lê guhdarîya t’abîya endamên partîya Dêmokrasîya Gela nekirîye. Sedirê meh’kema avropî, li ûnîvêrsîtêyeke Stembolê navê doktorê hurmetlî stendîye. Sedirê meh’kema Avropayêye here bilind bona wê yekê hatîye r’exnekirinê,wekî ewî guhdarîya t’er’ibandina mafê mêriv nekirîye. Sala 2O18-a meh’kema avropî qirar kir, ku Salh’edîn Dêmîrt’aş ji h’ebsê bê azaberdanê, lê Êrdog’an e’lam kir, wekî qirara meh’kema Avropayêye mafên mêriv qirara e’seyî nîne. H’ukumat partîya Dêmokrasîya Gela nava wê yekêda gunek’ar dike, ku ew PKK-va girêdaîye. Partîya Dêmokrasîya Gela r’astî wê yekê hat, ku endamên wêye li parlamêntê, usa jî serokbajar’ û serokên şaredarîyaye ji partîya wan hatine girtinê û ji qulixên xwe hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button