H’emû nûçeSereke

Serekwezîr t’evî k’ulfeta xwe li gundên Tavûşêye li ser sînor qesidîne

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr t’evî k’ulfeta xwe Anna Hakobyanê li gundên qeza Tavûşêye li ser sînor qesidîne.R’êberîya serokê h’ukumatê kirine wezîrê serk’arîkirina têrîtorîya Sûrên Papîkyan, serokê qeza Tavûşê Hayk Çobanyan, borcbirê sedirê komîtêya bajar’çêkirinê Armên G’ûlaryan.Serekwezîr pêşda çûye li gundê Çînarîyê, li k’îderê r’astî binelîya hatîye, guhdarîya pirsgirêkên wan kirîye û bersivên pirsên wan daye. Bona piştgirîya qewîn, ya wextê şer’ê meha tîrmehêye li Tavûşê, serekwezîr r’azalixî e’lamî binelîyên gund kirîye. Bi gotina Nîkol P’aşînyan hindava gundên li ser sînor, gerekê sîyasîya cuda bê mîyaserkirinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî bona jinên ku bûne xweyzar’ok, wê mehê 5O-î h’ezar dirama bistînin, lê jinên ku naxebitin 26 h’ezar dirama wê bistînin.Serekwezîr gotîye,wekî serk’eftina tîrmehê gerekê werguhêzî dasekinandina Çînarîyê bikin û wê yekê derbazî gundên li wire mayîn bikin.Piştî Çînarîyê, serekwezîr çûye gundê Movsêsê, li k’îderê derheqa xebatên r’êçêkirinêda xeberdan çûye.Gundê bi sirê Aygêpar bûye, lê paşê jî ew çûne Karmîrag’byûra Jêrin. Serekwezîr usa jî li kela Bêrdê qesdîye, li k’îderê lêk’olîn tên kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button