H’emû nûçe

Bona hînbûnê li zanîngehên here başda, r’êname bo 45 cahilên ermenî

Fonda “Gava min” stîpêndîya p’êşk’êşî cahilên ermenî kirine, bona ku li zanîngehên welatên derekeda hînbin.Derheqa wê yekêda ji prêssa fondê r’agîhandine.Bernama stîpêndîyayê, nava h’îmê k’îjanêda bi xwendinê pêşdaçûyîna kapîtala merivatîyêye, fonda “Gava min” r’ênîşa h’îmlîye. Mecala 45 cahila heye, ku xwendina xwe li zanîngehên dinîyayêye here başda dest bînin.Fondê bo pêşk’eftina Ermenîstanê bona hînbûna bi p’êşên malhebûna gundîtîyê, saxlemîxweykirinê, bajar’çêkirinê fînanse bike.”Armanca fondê ewe, wekî mecalê bidine cahilên ermenî ku li zanîngehên here başda bona pêşk’eftina Ermenîstanê p’êşe dest bînin”,-derheqa wê yekêda serk’arê fonda “Gava min” Hovhannês G’azaryan gotîye.Bi gotina serk’arê fonda “Gava min”, bona k’ardarîya bilindkirina şuxulê bernamê wê berdewambe.”Nava sê salada me civaka xweystîpêndîyayê çê kirîye: weke sed p’êşezan, ji k’îjana her yek nava goveka p’êşê xweda dikare p’êleke guhastina bîne”,-G’azaryan daye k’ifşê.Dawîyê xwendik’ara sêrtêfîkatên stîpêndîyayê stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button