SerekeSîyasî

T’irk’îyayê Fransîya nava propaganda PKK-ye nava k’itêbên mek’t’ebêye dersa gunek’ar kirîye

T’irk’îyayê Fransîya bona wê k’itêbê r’exne kirîye, k’îjanê wê mek’t’ebên Fransîyayêda bidine xebatê. Ew k’itêb çawa matêrîyala hînbûnêye zêde wê bê xebitandinê, k’îjanêda beşek jî bi sernavê “Miletê bê welat: k’urd” derheqa k’urdadane. T’irk’îya dibêje, wekî ew têk’st propaganda PKK-ê bîr tîne, ya ku şer’k’aîya sîlih’kirî bona mafê k’urdaye li T’irk’îyayê mîyaser dike. Nava e’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên derda derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê.Usa jî hatîye gotinê,wekî k’omên k’urdaye nava hêzên Sûrîya Dêmokratîk jî h’esab dikin çawa beşeke PKK-ê. Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron sala par wek’îlên hêzên Sûrîya Dêmokratîk qebûl kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Fransîya piştgirîyê dide k’omên k’urdaye ku li Sûrîyayêne, yên ku dijî cîhadîsta şer’ dikin.P’êwendîyên T’irk’îyayê û Fransîyayê van axirîya r’ûê wê yekêda xirav bûn, wextê ku Enqere t’evî konflîkta li Lîbîyayê bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button