H’emû nûçe

Eskerê ermenî têrîtorîya nû vekirîye: bersiva navnet’ewî derengî nek’et

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan nehê îlonê baylozê Polnîyayêyî li Ermenîstanê qebûl kirîye û t’evî wî pirsên hevk’arîya leşkerîye dualî gotûbêj kirine. Hema wê r’ojê jî înformasîya derheqa hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê û borcbirê baylozê Brîtanîyayêyî li Ermenîstanê belav bûye.Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê êp’êce we’de merk’eza guhdarîya wek’îltîyên dîplomatîyêdane û ew yek li r’ex encamên şer’ên tîrmehêye li Tavûşê diqewime.Ermenîstanê da k’ifşê,wekî ew bi xwe dikare pirsên bêqezîyabûnê h’elke û bi wê yekêva t’evayî bawarîya t’ifaqdar û hevalk’arên xweye stratêcîye hindava xweda da bilindkirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê xelatkirina mêrxasaye li Serdiravê, fikira wî cûr’eyî e’lam kir.Bi wê yekê himberîhevbûna merk’ezên Ermenîstanêye qewatê tê balanskirinê.Encam usa jî ji alîyê dîplomatî-sîyasîda jî tê k’ifşê û bi wê yekê sîstêma sîyasîya Ermenîstanêye dewletê tê t’omerîkirinê.Dîploatîya leşkerî nava sîstêma Ermenîstanêye sîyasîda dîyare, him ji alîyê r’êjîma şêr’da, him jî ji alîyê sîstêma r’êgîyonêye bêqezîyabûnê û fikirdarîya himberîhevkirina dîrokî-sîyasîda.Wî alîda serk’eftina li Tavûşê û têmpa dîplomatîya leşkerî, bona Ermenîstanê atmosifêra xebata dîplomatîye r’ih’t, sîyasîya der û bi guman ç’areser dike.Bi wê fikirê, bêyî baza sîyasîya êkonomîkîye dere qewat, ew yek dikare dewsa potênsîyala hazirîya leşkerîye bilind bigre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button