H’emû nûçeSereke

Xebatên bona vekirina konsûlxana Ermenîstanêye serekeye li bajar’ê Hewlêrê berdewamin

Xebatên bona vekirina konsûlxana Ermenîstanêye serekeye li bajar’ê Hewlêrê berdewamin. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîsîanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî xebat tên mîyaserkirinê, lê qirara derheqa vekirina konsûlxanêda hela hê sala 2O17-a hatibû qebûlkirinê. Bi gotina Nag’dalyanê van r’ojên nêzîkda konsûlxaneyê li Hewlêrê bê vekirinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî serokê qeza Hewlêrê Firsed Sofî wextê hevdîtina t’evî baylozê Ermenîstanêyî li Îraqê Hraçya P’oladyan, derheqa pêşk’eftina p’êwendîyên Yêrêvanê û Hewlêrêye dîrokî û dostîyêda xeberdaye. Anegorî e’mirnivîsara serokk’omarê Ermenîstanê, ya 13-ê adara sala 2O17-a, hatîye qirarkirinê, ku li bajar’ê Hewlêrê konsûlxana Ermenîstanêye sereke vekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button