H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê t’evî cêr’ibandinên vak’sîna r’ûsî nebe

Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê hevr’axeberdanên bona destanîna vak’sîna dijî koronavîrûsê berdewam dike. Eva îdî serê çend mehaye, ku wezîret t’evî hevalk’arên navnet’ewî dixebite û dîna xwe dide şuxulk’arîyên çêkirin û cêr’ibandina vak’sînayên nû. Derheqa wê yekêda cîgira wezîrê saxlemîxweykirinê Lêna Nanûşyanê gotîye. Derheqa k’ardarîya vak’sîna r’ûsada t’evî hevalk’arên r’ûs gotûbêjkirin derbaz bûne û niha dîna xwe didinê, ku êtapa cêr’ibandinaye sisîya wê çi cûr’eyîbe.Heger Ermenîstan bixweze t’evî cêr’ibandina vak’sîna r’ûsî bibe, ew yek wê t’enê bi prînsîpa r’ezedilvanîyê bibe, lê niha t’u hevr’axeberdan derbaz nabin. Niha çend cûr’e vak’sîna pêşnîyarî Ermenîstanê kirine, yên ku tên gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button