SerekeSîyasî

Me’srûr Barzanîyê serekwezîr bang dike, ku hevr’aqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bi cûr’ê “fûndamêntal” bêne h’elkirinê

R’oja pêncşemê, wextê hevdîtina t’evî serekwezîrê Îraqê Mistefa Al K’azimî, Me’srûr Barzanîyê serekwezîr bang kirîye, ku hevr’aqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bi cûr’ê “fûndamêntal” bêne h’elkirinê. Me’srûr Barzanî r’oja pêncşemê li fir’egeha Hewlêrê dêlêgasîya Îraqêye derecebilind pêşwazî kirîye. Serekwezîrê Îraqê pêşda r’astî lîdêrê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk û serokê K’urdistanêyî berê Me’sûd Barzanî hatîye. Serekwezîrê k’urd wextê hevdîtinê daye dîyarkirinê, wekî di navbera herdu alîyada t’enê pirsên byûcêyê û mi’aşê nînin.Xêncî pirsên byûcêyê, usa jî pirsên girêdayî mafê pêşmerga, deranîna neftê û neh’îyên hevr’aqayîlnekirî, yên anegorî konstîtûsîya Îraqêne, hene.Barzanîyê serekwezîr derheqa hazirîya h’ukumata herêmêda daye dîyarkirinê, ku hazire van h’emû pirsa anegorî berjewandîyên t’emamîya cime’ta Îraqê bidine h’elkirinê. Seredana K’azimîye li Hewlêrê dide dîyarkirinê,wekî Bexda hazire van pirsa bide h’elkirinê û prînsîpa nû di nabera Bexdayê û Hewlêrêda bê îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button