H’emû nûçeSereke

Parlamênta K’urdistanê wê gavê silav dike, bi k’îjanê k’itêbên Fransîyayêye mek’t’eba wê derheqa dîroka k’urdada ders hebin

Komîtêya parlamênta Herêma K’urdistanêye k’arên dîyaspora k’urdî, ew gava wezîreta Fransîyayêye p’erwerdê silav kirîye, anegorî k’îjanê li Fransîyayê wê derheqa dîroka k’urdada k’itêbên mek’t’ebada dersa zêdekin. Pêşda hatibû r’agîhandinê, wekî xwendik’arên dersxana 11-a wê dersa derheqa k’urda û pirsgirêkên li R’ohilata Navîn derbazbin. Komîtêyê e’lam kirîye,wekî ew vê qirarê silav dikin, r’azalixîyê e’lamî Fransîyayê dikin bona wê yekê, wekî nava we’dê dijwarda Fransîyayê piştgirîya k’urda kirîye.Dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê hatîye sazkirinê, bona ku nava we’dê nêzîkda ew li konsûlxana Fransîyayêye li Hewlêrê biqeside û bi fermî r’azalixîyê e’lamke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button