SerekeSîyasî

T’irk’îya bi xwe dixweze Hewlêrê dagir bike, lê ne ku em: PKK

Partîya K’arkerên K’urdistanê ew e’lametîya wezîrê T’irk’îyayêyî k’arên der înk’ar kirîye, anegorî k’îjanê hatibû gotinê,wekî PKK dixweze kontrola xwe li ser Hewlêrê îzbatke.Nava e’lametîyêda hatîye gotinê,wekî Enqere bi xwe dixweze wê yekê bike. “PKK-ê soz daye cime’ta K’urdistanê, ku nava h’emû govekada piştgirîyê bide û ew anegorî wê yekê dişuxule.Bo wê yekê jî dagirkirina Hewlêrê diqewime plana t’irkaye. Meremê me ewe, ku em K’urdistanê ji okûpasîya t’irka azakin”,- nava e’lametîya PKK-da hatîye gotinê. PKK-ê bi vî cûr’eyî caba e’lametîya wezîrê T’irk’îyayêyî k’arên der Mevlût Çaûşog’lû daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button