SerekeSîyasî

Ji 8OO-î zêdetir malbetên êzdîya ji qamp’a mihaciraye li Sincarê çûne

Nava van çend h’evtîyên dawîda, ji 8OO-î zêdetir malbetên êzdîya, yên ku nava ç’îyayên Şengalêda li qamp’a mihacirada bûn, paşda veger’îyane malên xwe.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê provînsîya Nînêvîyayê E’lî Omer gotîye. Bi gotina wî hejmara malbetên êzdîya, yên ku bi r’ezedilîya xwe paşda diçine Şengalê, zêde dibe, nenihêr’î wê yekê,wekî li wir pirsên bêqezîyabûnê û cêrge pirsên mayîn hê nehatine h’elkirinê. Qamp’a bi navê “Serdeşt”, ya ku nava ç’îyayê Şengalêdaye, ji wan cîyên e’wline, li k’îderê piştî êrîşa DAÎŞ-ye sala 2O14-a, êzdî li wir cîwar bûn. Seroketîya Nînêvîyayê têr’a divîne,wekî h’etanî dawîya salê qamp’ê bi t’emamî valabe û piştî wê yekê wê bi r’esmî bê girtinê. H’ukumata Îraqê soz daye Şengalê bide dasekinandinê, bêqezîyabûnê îzbatke û alîk’arîya fînansî bide wan malbeta, yên ku paşda veger’ine malên xwe. Feqet ew sozdayîn hela hê mîyaser nebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button