H’emû nûçeSereke

Kampanîyayên avîyasîon, yên ku îzina fir’îna stendine, dikarin fir’înên xwe destpêkin

Ji 11-ê îlonêda destpêkirî ew kampanîyayên ku îzina wan hebû ku li Ermenîstanê bixebitin, dikarin careke mayîn fir’înên xwe destpêkin. Derheqa wê yekêda borcbirê serokê serwêrtîya komîtêya avîyasîya sîvîl, Stêp’an P’ayasyan gotîye. Pêşda nêzîkî 3O-î hevaltîyên avîyasîyon destûr stendibûn, ku fir’înên xweye berbi Ermenîstanê mîyaserkin. Bi gotina P’ayasyan, nêzîkî 2O hevaltîya îdî hazirîya xwe e’lam kirîye ku dikarin fir’înên xweye berbi Ermenîstanê mîyaserkin. Em bîr bînin, wekî girêdayî r’êjîma kar’antînêr’a, guhar’tin hatine kirinê.Welatîyên ku ji welatên der tên Ermenîstanê, yên ku naxwezin 14 r’oja nava kar’antînêda bimînin, dikarin cîda bêne têstkirinê û nava r’ojekêda bersivên wan wê hazirbin.Heger cabên wan başbin, wî çaxî ewê kar’antînê derbaz nebin. Ermenîstan têr’a divîne li fir’egehê 2O cîyên têstkirinê bide vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button