H’emû nûçeSereke

Piştî xilazbûna h’alê qeydeder h’ukumata Ermenîstanê şeş mehên wî h’alî daye t’omerîkirinê

Piştî xilazbûna h’alê qeydeder, h’ukumata Ermenîstanê şeş mehên wî h’alî daye t’omerîkirinê, ji 16-ê adarê h’etanî 11-ê îlonê. Nava şeş mehada kamêndantê Ermenîstanê Tîgran Avînyan nêzîkî 28O qirar îmze kirine.Ji 25-ê adarê nexweşî zêde bûye, lê milahîmbûna h’al ji çarê gulanê destpê bûye. Ji 14-ê gulanê h’etanî sisê h’ezîranê, cime’t mecbûr bûye li cîyên vekirî jî maska bidine xebatê. Xebitandina maska ji alîyê polîsîyayêda hatîye kontrolkirinê. 11O h’ezar merivî ew qanûn t’er’ibandine. 😯 h’ezar kontrolkirin û sekinandina xebata, ji qawexwena destpêkirî h’etanî k’arxana hatine derbazkirinê. Ji welatên cîhanêye cuda-cuda, h’eyşt h’ezar welatîyên Ermenîstanê bi piştgirîya dewletê, bi teyarên çartêr, cîguhastî Ermenîstanê bûne. Ji welatên cuda-cuda alîk’arîya doxtirîyê gihîştîye Ermenîstanê. Bona piştgirîya welatîya, 24 progiram h’etanî niha hatine mîyaserkirinê. Piştî hildana h’alê qeydeder, ji 11-ê îlonêda destpêkirî, h’etanî 11-ê meha çileya sala 2O21-ê, kar’antîn hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button