
Seroketîya dergehê sînorê K’urdistanêyî “Îbrahîm Xelîl” e’lam kirîye,wekî meha derbazbûyîda nêzîkî 37OO tonna eşîya û matêrîyalên ji T’irk’îyayê paşda şandine T’irk’îyayê. Hatîye r’agîhandinê,wekî awqas eşîya ji yekê meha t’ebaxê h’etanî 31-ê hatine paşdaşandinê. Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew eşîya anegorî standartên h’ukumata Herêma K’urdistanê nîbûne.