H’emû nûçe

Serekwezîr li mala h’ukumatêye jîyînê goşt li ser agir bona zar’okên gundên Tavûşêye li ser sînor çê kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan t’evî malbeta xwe 13-ê îlonê, 14 zar’okên gundên qeza Tavûşêye li r’ex sînore Çînarîyê, Aygêparê, Karmîrag’byûra Jêrin li mala h’ukumatêye jîyînê qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda k’ulfeta serekwezîr Anna Hakobyanê, fêysbûkêda nivîsîye. “Li mala h’ukumatêye jîyînê, me zar’okên çend gundên qeza Tavûşêye li r’ex sînor qebûl kirine. Serekwezîr bona zar’oka bi destê xwe li ser agir goşt pe’tîye”,- Anna Hakobyanê nivîsîye. Piştî bûyarên tîrmehê, wextê ku k’ulfeta serekwezîr-Anna Hakobyan wan gunda qesidîbû, zar’oka wextê hevdîtinê xwestin e’lam kiribûn ku bêne Yêrêvanê û serekwezîr bibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button