
Li bajar’ê Sûrîyaêyî k’urda E’frînê r’ûê t’eqîna avtomobîla mînkirîda, hejmara merivên kuştî gihîştîye deha.Çawa ku îdî pêşda hatibû e’lamkirinê, 14-ê îlonê, r’ûê t’eqîna li neh’îya Al Bokamalê, ya ku bin kontrola eskerên t’irka û k’omên piştgirên wandane, deh meriv hatine kuştinê, ji 3O-î merivî zêdetir jî birîndar bûne. Nava kuştîyada doxtirek û zar’okek hene.