H’emû nûçeSereke

Heleqetîyên Ermenîstanêye t’evî R’ûsîyayê gelekî girîngin: Mnasakanyan

Ermenîstan Avropaye û R’ûsîya t’ifaqdara meye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê hevp’eyvîna t’evî ajansa EFE-ê, gotîye. Bi gotina wî ew balans bona her welatekî gelekî girane, lê ew yek bona ç’areserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê girînge. “Dibêjin, wekî em carekêr’a du hespa diajon.Na xêr.Em t’enê hespekî diajon, hespê Ermenîstanê”,- wezîr gotîye û daye dîyarkirinê, wekî prînsîpa sîyasîya Ermenîstanêye dere h’îmlî ewe, ku heleqetîyên t’evî hevalk’arekî k’îsî yê mayîn çê nekin.Wezîr gotîye,wekî li ser h’îmê cêrge berjewandîyên t’omerî, Ermenîstan t’evî R’ûsîyayê nava p’êwendîyên başdane.Ewî r’ola R’ûsîyayê usa jî alîyê bêqezîybûnêda daye k’ifşê û gotîye,wekî li Ermenîstanê baza R’ûsîyayêye leşkerî heye. Mnasakanyan usa jî gotîye,wekî p’êwendîyên Ermenîstanêye cuda usa jî t’evî cêrge welatên Yektîya Avropayê hene. Ewî gotîye,wekî Ermenîstan beşeke Avropayêye, e’nîya Avropayêye r’ohilatêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button