H’emû nûçeSereke

Adirbêcan ji hev berda: qezîya bi h’emû alîyava

Propaganda Adirbêcanê, li ser h’îmê prêssa t’irka e’lam dike, wekî li Arsaxê şer’k’arên PKK-ê cîwarkirîne, yên ku bona êrîşê xwe hazir dikin.Eva we’dekî dirêje, ku propaganda Adirbêcanê dicêr’ibîne cîwarkirina ermenîyên Libnanê û usa jî ermenîyên Sûrîyayêye sîvîle li Arsaxê çawa h’eja şer’k’ara r’aberke.Niha îdî înformasîya nû belav kirine, ku li Arsaxê şer’k’arên PKK-ê hene. E’yane, wekî nîşangeha propaganda t’irka-azêrîyaye pêşin ew înformasîya bû, wekî T’irk’îyayê k’omên ç’ekdarên li Sûrîyayê cîguhastî Adirbêcanê kirine.Enqere û Bek’û niha dicêr’ibînin xeta wa gotî înformasîyon li r’ex hev çêkin, bona ku t’êma derheqa ç’ekdara veşêrin.Ew yek şe’detîyê dide,wekî cîwarkirina k’irêkirîyên ji Sûrîyayê nêzîkî r’astîyêye, çimkî heger usa nîbûya, T’irk’îyayê necêr’ibanda êrîşa înformasîyon li ser alîyê Ermenîstanê bikira.Diqewime ew ç’ekdar îdî li wirin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan, wextê seredana xweye li Misirê, daye dîyarkirinê.Piştî şer’ên li Tavûşê, Adirbêcanê ne t’enê bink’etina leşkerî dîtîye, lê dêfakto çawa dewlet ji hev hatîye berdanê.Adirbêcan çawa dewlet nemaye, çawa yektîya dewletê nemaye û werguhêzî sîstêma xwestinên t’irka bûye, li k’îderê ç’ekdarên k’irêkirî berev dibin û ne t’enê bona xebitandina wane dijî ermenîya. Adirbêcan bona sîyasîya Enqerê werguhêzî merk’eza êrîşkirina p’ir’ç’iqilê dibe, usa jî berbi R’ûsîyayê, Kaspîyê û herêma Asîya Navîn, Îranê, usa jî Gurcistanê.Bi cêr’ibandina belavkirina wê înformasîyayê, ku giva li Arsaxê şer’k’arên PKK-ê tên cîwarkirinê, Enqere dicêr’ibîne xwe li ber wan welata usa bide k’ifşê, yên ku zanin ku li Adirbêcanê ç’ekdarên k’irêkirî berev dibin.Tiştekî zelale, wekî ew welatana wê sirîya xweda xwe bip’arêzin û pêşîya modêla t’irkaye êrîşkirinê bigrin. Ew welat çetin bawarîya xwe propaganda t’irka-azêrîya bînin, bi k’îjanê Enqere dicêr’ibîne ji hevberdana Bek’ûê bide h’îmdanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button