H’emû nûçeSereke

“Gumanbin,wekî opêrasîyonên me yên anegorin”:Tonoyan derheqa zyana ermenîyada gotîye

Hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî xebatên qewînkirina t’abîya mîyaser dikin û bi wê yekêva serk’etina t’abîxweykirên ermenî û t’abîya didine lîkvîdasîyakirinê. Derheqa wê yekêda, wextê civîna parlamêntê, wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan gotîye,wextê ku ewî derheqa bûyara derbazbyîda xeberdaye, wextê k’îjanê ji agirkirinên azêrîya leşkerê ermenî şih’îd k’etîye. “Eva îdî serê du h’evtîyaye ku h’al wî cûr’eîye. Nava vî we’deyîda sîlih’ên cûr’e-cûr’e tên xebitandinê. Me xwezeftkirina înformasîyon daye k’ifşê, lê duh alîyê azêrîya îdî înformasîya belav kir, da dîyarkirinê ku birîndarekî wan heye”,-Tonoyan gotîye. Bi gotina wî, girêdayî wî h’alîr’a înformasîya dane h’emsedirên k’oma Mînskê jî û hatîye gotinê,wekî t’u mêxanîzmeke kêmkirina r’îska t’une. Tonoyan daye bawarkirinê, wekî hêzên ermenî mecalên anegor dane xebatê, r’ûê çida jî wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê xemgînîya xwe e’lam kiribû û gotibû, wekî dereca h’işyarîya eskerê wan gerekê bê bilindkirinê.” Gumanbin,wekî kirinên me yên anegorin”,-wezîr gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî piştî navbir’îya peyî opêrasîyonên tîrmehêr’a, t’er’ibandinên agirbestêye li alîyê Tavûşê dubare bûne. Feqet, bi gotina wezîr guman heye, wekî pêşer’ojêda h’alê sert wê kêmbe û pirsê bi r’îya hevr’axeberdana bêne h’elkirinê.Em bîr bînin,wekî wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê e’lam kiribû, ku r’ûê provokasîya azêrîyaye bi sirê, li bakûr-r’ohilatê sînor leşkerekî ermenî, sêrjant Hovîk T’amazyan, birîndar bûye û paşê wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button