H’emû nûçeSereke

Nava stratêgîya şer’k’arîya dijî koronavîrûsê me h’emû tişt r’ast kirîye: Nîkol P’aşînyan

H’ukumata Ermenîstanê nava pirsa koronavîrûsêda, bi sed selefî zelal bûye û wî cûr’eyî berdewam dike.Derheqa wê yekêda, wextê dayîna caba pirsa, li parlamêntê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Ez şame, wekî bona wê pirsê komîsîya tê sazkirinê, çimkî her dem jî k’ardare, ku careke mayîn pirsê binihêr’in. R’eqema here girîng hema himberîhevkirina têstaye. R’oja îroyîn em gihîştine selefekê, lê meh nîvekê pêşda me nikaribû derheqa wê yekêda bifikirîyana, wekî emê bighîjine wê yekê. Li cem me, nava merivên têstkirîda li cem pênc-şeş selef meriva nexweşî îzbat dibe.Ev yek dide k’ifşê,wekî em bi êfêktîvî nexweşîyê divînin, serekwezîr gotîye. P’aşînyan serda zêde kirîye,wekî nava prêssa navnet’ewîda tê k’ifşê, wekî p’ir’anîya welata derheqa koronavîrûsêda înformasîyayên r’ast nadin. ” Ez dikarim bêjim,wekî Ermenîstan nava cêrga wan welatada nîne, çi ku h’ukumat zane, ew jî civak zane”,- P’aşînyan gotîye. Serekwezîr bîr anîye,wekî hema destpêkêda jî meremê Ermenîstanê ew bûye ku t’evî koronavîrûsê bijî: “Ji alîyê stratêgîyayêda me bi sed selefî r’ast kirîye, lê kêmasî jî hebûne. Ez bona komîsîyayê r’îya qenc dixwezim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button