SerekeSîyasî

Ûrsûla fon dêr Lyayênê bangî T’irk’îyayê kirîye, ku welatên cînar netirsîne

Li Yektîya Avropayê dijwarîyên T’irk’îyayê fe’m dikin, lê wana h’esab nakin çawa afûkirina kirinên T’irk’îyayêye agrêsîv. Derheqa wê yekêda seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Lyayênê gotîye. “Belê, cînartîya T’irk’îyayê bi problêmaye.Ew bi mîlîona mihacira jî qebûl dike, bona k’îjana em fînansa didin.Feqet, ew yek nabe me’nî, ku ew bicêr’ibîne cînarên xwe bitirsîne”,-fon dêr Lyayênê gotîye. Seroka komîsîya Avropayê daye dîyarkironê, wekî T’irk’îya bi cêografî nêzîkî Yektîya Avropayêye û wê her dem cînara nêzîkbe, lê fe’mnekirina di navbera Enqerê û Bryûsêlêda zêde dibe.Fon dêr Lyayênê serda zêde kirîye,wekî Yûnanistan û Qibris her dem dikarin gumana xwe bidine ser piştgirîya Avropayê, heger bona mafê wanî serbixwetîyê p’arastin lazimbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button