H’emû nûçeSereke

Bazayên têr’orîstaye li Nexçêvanê: Îskendera ermenî li Sûrîyayê piştî êrîşa r’ûsa

Kanala R’ûsîyayêye Têlêgiramê r’agîhandîye, wekî li Sûrîyayê, li neh’îya Îdlîbê leşkerên r’ûsa cîyên usa bombe kirine, li k’îderê hevaltîyên bîyanîye leşkerî bi hazirkirina ç’ekdarava mijûl dibûn. Dijî wana komplêk’sa Îskender hatîye xebitandinê. Nîşangeha derbgîhandina qamp’a têr’orîstaye “Hayat’ aş- Şam”-ê bûye, ya ku li ser têrîtorîya 9O hêktara bûye. Bi serk’arîya p’êşezanên hevaltîyên bîyanîye leşkerî, li wir ji 3OO-î zêdetir cîhadîst dihatine hazirkirinê.Prêssa navnet’ewî r’agîhandîye,wekî T’irk’îya ji Sûrîyayê k’omên têr’orîsta cîguhastî Adirbêcanê dike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan gotîye. Bi şe’detîya kanîyên ermenî û bîyanî, bazayên wî cûr’eyî bi t’aybetî li Nexçêvanê tên sazkirinê.Ev k’om bi belavkirina narkotîkava, t’alankirina binelîyava û tiştên mayînva mijûl dibin. T’irk’îya wana ji t’opraxa xwe dûr digre, lê ji alîkî mayînva jî wana xweyî dike, bona ku paşê bide xebatê, nava wanda usa jî bona wê yekê, ku R’ûsîya berbi hinek berdaxustina her’e. Nevsên Ermenîstanê û Arsaxêye fermî e’lam kirine, wekî Adirbêcan dewleta têr’orîstîye. Bi cîguhastina têr’orîstaye li Adirbêcanê, T’irk’îya wê yekê îzbat dike. Piştî şer’ên tîrmehê, Adirbêcan îdî çawa dewlet naşuxule û werguhêzî cîyê cîwarkirina têr’orîzmê dibe. Bi vî cûr’eyî alîyê ermenîya mafê navnet’ewîyî lêgîtîm bona opêrasîyonên dijî têr’orîzmê distîne. R’ûsa li Sûrîyayê Îskender dane xebatê, qamp’a têr’orîstîye mezin dane t’unekirinê. Şer’ên meha tîrmehê û t’evbûna T’irk’îyayêye ne anegor, usa jî “paşdahatina” Ermenstanêye li R’ohilata Navîn, Moskvayê ji hinek tişta aza dike, bi t’aybetî alîyê sîyasîya T’irk’îyayêye li Sûrîyayê û borcdarîyava girêdayî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button