H’emû nûçeSereke

Çar teyarên “SÛ” t’evayî derk’etine nobedarîyê:P’aşînyan vîdêyo belav kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî teyarên Ermenîstanêye leşkerî, yên “SÛ”, îdî t’evayî derdik’evine nobedarîyê. P’aşînyan derheqa wê yekêda nivîsîye û fêysbûkêda vîdêyo belav kirîye. “Cara e’wline, ku çar teyarên “SÛ” t’evayî derk’etine nobedarîyê”,-P’aşînyan li r’ex vîdêyoyê nivîsîye. Em bîr bînin, wekî 24-ê t’ebaxê e’yan bû, wekî di navber hevaltîya R’ûsîyayêye avîyasîyon û wezîreta Ermenîtanêye p’arastinêda peymana derheqa modêrnîzasyîakirina teyarên SÛ-25 hatîye îmzekirinê.Derheqa SÛ-3O SM-da em bêjin, wekî ew teyare ji k’anûna sala 2O19-da li Ermenîstanêne. Ew niha çar h’ebin, lê wezîreta p’arastinê daye dîyarkirinê, wekî merem ewe, ku êskadrîlîyayê sazkin û hejmara wan teyara bighînine 12-a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button