SerekeSîyasî

Co Baydên piştgirîya kurtkirina hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li herêma k’urdaye li Sûrîyayê dike

Kandîdatê ji partîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye Dêmokratîk Co Baydên e’lam kirîye, wekî heger ew çawa serokê dewletê bê hilbijartinê, ewê eskerê amêrîkîye li R’ohilat Navîn, nava wanda usa jî yên li herêma k’urdaye li Sûrîyayê, bide kurtkirinê. Herdu kandîdatên serokên Ştatên Yekbûyî jî dixwezin hejmara eskerên amêrîkîye li R’ohilata Navîn bidine kurtkirinê. Feqet Co Baydên dixweze hejmara esker diha zêde bê kurtkirinê, çimkî ew dibêje ku li R’ohilata Navîn ji 15OO-î h’etanî 2OOO leşker besin. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hazirîya beşeke eskerê biç’ûke li Îraqê, Sûrîyayê û Afg’anistanê bona şer’k’arîya dijî têr’orîzmê t’êrê dike.Serokê ŞAY-yî niha Donald T’ramp’ h’evtîya derbazbûyî bang kir, ku r’eqema esker li Îraqê, Afg’anistanê û Sûrîyayê bidine kurtkirinê. Ewî gotîye, wekî niha li Sûrîyayê leşkerên amêrîkî hindikin, yên ku bîrên neftê dip’arêzin û ewî cêr’ibandîye neftê bona milahîmkirina jîyana k’urda bide xebatê. T’ramp’ gotîye,wekî ew dikare dîsa eskerê amêrîkî ji Sûrîyayê bide derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button