H’emû nûçe
Nava r’ojekêda li cem 239 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye: li Ermenîstanê r’eqema nexweşa gihîşte 46 910 merivî
Bi h’esabê 18-ê îlonê seh’eta 11-a, li Ermenîstanê nava r’ojekêda nexweşen bi koronavîrûsê bi 239 merivava zêde bûye û gihîştîye 46 910 meriva. Derheqa wê yekêda ji merk’eza îzinnedayîn û kontrolkirina saxlemîxweykirinê r’agîhandine. Bi r’agîhandina merk’ezê, niha ji wana 42 369 meriv qenc bûne, 926 meriv wefat bûne, 3330 meriv qenc dibin, 255 927 têst hatine kirinê.