SerekeSîyasî

Dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê bona hevr’axeberdanên girêdayî byûcêyêr’a, çûye Bexdayê

Cîgirê wezîrê h’ukumatê Zagros Fetî gotîye, wekî girêdayî vê pirsêr’a evê bibe r’asthatina dawî, heger wezîreta Îraqêye fînansa û êkonomîkayê careke mayîn we’de nede dirêjkirinê. Nava byûcêya nihada Îraqê bona K’urdistanê 13 selef pêşda k’işandîye, lê byûcêya pêşda 17 selef bûye. Piştî k’etina r’êjîma Sedem H’usêyn, di navbera h’ukumata fêdêral û h’ukumata K’urdistanêda girêdayî byûcêya salêr’a, hevr’aqayîlnebûn pêşda hatin. Hevr’aqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda, li ser h’îmê p’ara herêmêye nava byûcêyêda, pirsa neftê û neh’îyên hevr’aqayîlnekirî pêşda hatine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button