H’emû nûçe

T’e’lîmên 45 r’ojê, yên jinên ji 18-a h’etanî 27-salîye leşkerî, wê bêne derbazkirinê

Ji yekê cotmehêda wê e’rzên jinaye bona hazirîya leşkerîye pêşda bêne qebûlkirinê.T’e’lîmên bona hazirkirina leşkerî bi înîsîyatîva k’ulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyanê tên t’eşkîlkirinê. Wek’îlên jinaye ji 18-a h’etanî 27-salî dikarin t’evî wê berne’mê bibin.Nava dorana bernamêda, 45 r’oja ewê nava qewilên leşkerîda hînî p’êşê leşker bibin. T’evbûên bernamê wê bi formata hêzên sîlih’kirî bêne hazirkirinê. Pêşîya t’evbûna t’evî bernamê, ewê t’evî hevp’eyvînêbin, komîsîya doxtirîêr’a derbazbin, têsta p’isîxolocîr’a derbazbin û peyî wê yekêr’a wê înt’amên hazirîya fîzîkî bidin. Piştî t’e’lîma ewê înt’ama bidin û ewên ku encamên baş dane k’ifşê, heger bixwezin dikarin nava hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirîda qulixkin. K’ulfeta serekwezîr wê destpêkê û dawîyê t’evî t’e’lîma bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button