SerekeSîyasî

T’irk’îyayê e’lametîya Oprganîzeya Net’ewên Yekbûîye derheqa zordarîyên li herêmên Sûrîyayêye bin kontrola wêda, înk’ar kirîye

T’irk’îyayê e’lametîya komîsarê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv Mîşêl Baçêlêt înk’ar kirîye, bi k’îjanê bangî Enqerê kiribû, ku Enqere wan t’er’ibandinên mafên mêriv lê binihêr’e, yên ku k’omên girêdayî T’irk’îyayêva li neh’îyên Sûrîyayêye bin kontrola t’irkada mîyaser dikin. Komîsarê organîzeyê bangî seroketîya t’rka kirîye ku mafê navnet’ewî xweykin û t’erka t’er’ibandina mafên mêriv bidin. Baçêlêt usa jî gotîye,wekî Enqere gerekê wan pirsava mijûlbe, yên ku girêdayîne merivên r’evandîr’a û gunek’ara tîne ber cabdarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button