H’emû nûçeSereke

Adirbêcan e’rdê êrîşkirinê hazir dike:şiroçîyê Misirê li wir destnivîsara T’irk’îyayê dibîne

Propaganda Adirbêcanêye agrêsîv, gunek’arkirinên ji alîyê wêda, yên ser navê Ermenîstanê, şe’detîya wê yekê didin, wekî Bek’û bona êrîşê cî hazir dike. Bi şrovekirina bûyarên van axirîya, r’êdaktorê ajansa «Realist Arabic» -ê, doktor Emir Eldîb difikire, wekî pêşer’oja nêzîkja Adirbêcan bona êrîşê xwe hazir dike. “Bona wê yekê Adirêbcan cî bona êrîşê hazir dike, bi belavkirina înformasîyonên fe’ş, yên mînanî wan înformasyîona ku giva Ermenîstan k’urda tîne Ermenîstanê, Arsaxê. Ew yek înformasîyona fe’şe û ji aqila dûre, t’u kes wê bawarîya xwe neyne, lê li ser r’asta sîyasî Adirbêcanê bêje, ku xwe dip’arêze. Propaganda serokê Adirbêcanêye wî cûr’eyî, hema berbi wê yekê dibe”,-şiroçî gotîye û serda zêde kirîye, wekî nava vê êtapêda şer’ê înformasîyone, piştî k’îjanî îdî opêrasîyonên konkrêt dikarin li ser h’idûd bêne mîyaserkirinê. Ji alîkîva ev t’emamîya şuxulk’arîyê ji Adirbêcanê tê, lê şiroçî li vir destnivîsara T’irk’îyayê divîne. Adirbêcan dikare berbi êskalasîyayê her’e, li piş k’îjanê wê T’irk’îyabe, ya ku dicêr’ibîne t’abîyên xwe li herêmê bide qewînkirinê.Bi gotina şiroçî, ew yek jî badîhewa nîne, wekî piştî bûyarên li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêye meha tîrmehêda, Adirbêcan û T’irk’îya bi t’e’lîmên t’evayîva pêşda hatin. Piştî wê yekê T’irk’îyayê beşeke eskerê xwe li wir hişt. Bi fikira şiroçî, T’irk’îya dicêr’ibîne li Adirbêcanê t’abîyên xwe qewînke, lê ew yek jî dide k’ifşê, ku dixweze t’abîyên xweye li Kavkazê û li herêmê bide qewînkirinê. “Eva eşkere destnivîsara T’irk’îyayêye. Cêr’ibandina pêşda dide k’ifşê,wekî T’irk’îyayê bona qewînkirina t’abîyên xwe, konflîktên li R’ohilata Navîn dide xebatê. Niha ew li Kavkaza Başûr wê yekê dicêr’ibîne”,-şiroçî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî kirinên T’irk’îyayêye van axirîyaye li herêmên cuda-cuda, ji alîyê civaka navnet’ewîda nayêne qebûlkirinê.Nava vê h’emtêk’stêda şiroçî wê yekê h’esab hildide,wekî lazime ku dewletên başqe- başqe ce’dandinên xwe bikin yek. Ew h’emû welat yên ku ji alîyê T’irk’îyayêda qezîyayê t’exmîn dikin, gerekê t’evayî bişuxulin û heger lazimbe caba sîyasîya T’irk’îyayêye agrêsîv bidin. Şiroçî seredana wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyane li Misirê giîng h’esab kirîye, wextê k’îjanê xeberdan usa jî derheqa kirinên T’irk’îyayêda çûye.Ewî gotîye, wekî potansîyala Misirê û Ermenîstanêye pêşxistina heleqetîya ne t’enê nava deşta sîyasîda, lê usa jî nava govekên mayînda heye. Doktor Emir Eldîb guman e’lam kirîye, wekî pêşer’ojêda wê hevdîtinên fermîye li ser derecên cuda-cuda hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button