H’emû nûçeSereke

Ênêrgîya atomî nava progirama pêşdaçûyîna ênêrgêtîka Ermenîstanê cîyekî girîng digre:Papîkyan

Wezîrê Ermenîstanêyî serk’arîkirina têr’orîtorîya Sûrên Papîkyan li Vîênayê t’evî xebatên civîna ajansa navnet’ewîye ênêrcîya atomî dibe. 21-ê îlonê, Papîkyanê wezîr bi xeberdan pêşda hatîye. Nava axaftina xweda wezîr piştgirîya ajansêye hindava govekên h’îmlî û usa jî bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, bilind qîmet kirîye. “Vî alîda minê bixwesta bigota,wekî piştgirîya vî cûr’eyî bona ç’areserkirina pirsên girêdayî ênêrcîya atomîr’a û bêqezîyabûna wêr’a girînge.Em r’azîbûna xwe e’lamî seroketîya ajansê dikin”,-Sûrên Papîkyan gotîye.Wezîr xemgînîya xwe e’lam kirîye girêdayî gefxwerina Adirbêcanêr’a, wextê ku Adirbêcanê gotibû ku wê derbê bighînine stansîya Ermenîstanêye atomî.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev gefxwerin ne ku bi destî t’eşkîleta têr’orîstî, lê ji navê dewletê, bi destî wek’îlê fermî, hatîye kirinê. Wezîr daye dîyarkirinê, wekî ew yek xirabk’arîya dijî merivatîyê û gerekê ji alîyê civaka navnet’ewîda caba anegor bistîne. Sûrên Papîkyan usa jî derheqa pirsa xebitandina bloka dudada, ya stansîya Ermenîstanêye atomîda, xeberdaye. Ewî gotîye,wekî pirs hatîye danînê, dereca bêqezîyabûna stansîya atomî bidine bilindkirinê. Dawîya axavtina xweda, wezîr gotîye,wekî Ermenîstan bi k’ûrayî şuxulk’arîya ajansê qîmet dike.Nava dorana h’emcivînêda, Sûrên Papîkyan r’astî serokê ajansa navnet’ewîye atomî R’afayêl Marîyano Grosî hatîye.Wezîr usa jî r’astî serokê korporasîya R’ûsîyayêye ROSATOM-ê Alêk’sêy Lîçaxov hatîye. Em bêjin,wekî Ermenîstan ji sala 1993-da endama ajansa navnet’ewîye ênêrcîya atomîye, 171 welat endamên wê organîzeyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button