H’emû nûçe

Ermenî û ermenîzanî wê li deh îdarên bîyanîye xwendinê bêne hînkirinê

Wezîreta Ermenîstanêye p’erwerdê bi fînansekirina byûcêya dewletê, berne’mên bona derbazkirina dersên ermenî û ermenmîzanîyê berfire kirîye. Ji sala 2O2O-î h’etanî sala 2O21-ê li deh îdarên xwendinê, yên li h’eyşt welata, ders tên derbazkirinê. Niha li Çêxîyayê, li R’omanîyayê, Vênêtîkê, R’omayê, Aûstrîyayê, Misirê, Argêntînayê, li mûzêya Potsdamêye Lêypsûs û li merk’eza Halêye ermenîzanîyê, dersên ermenîzanîyê tên derbazkirinê. Înstîtûta Moskvayêye p’êwendîyên der jî wan dersa dide derbazkirinê. Fînansên dewletê h’îmlî li ser h’îmê dokûmêntên t’evî baylozxanên Ermenîstanêye li wan welata îmzekirî tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button