H’emû nûçe

K’itêb, kêmasîya mamosta… gelo li Ermenîstanê pirsgirêkên net’ewên kêmjimar k’îjanin?

Serokê beşa pirsên net’ewên kêmjimar, ya li r’ex admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê, Vardan Assatryan derheqa pirsên net’ewên kêmjimarda xeberdaye. Bi gotina Vardan Assatryan 11 dîyasporayên net’ewên kêmjimar bi hejmara xweva cudane, û bo wê yekê jî pirsên wan jî cudane.Hene dîyaspora, pirsgirêkên k’îjana sîstêma xwendinêva girêdayîne. Bi gotina wî, kêmasîya mamostayên anegor hene û bo wê yekê jî p’êşezanên bi dereca akadêmî lazimin, yên ku gerekê bikaribin bi zimanên wan mileta p’êşezana û pêdagoga hazirkin.Vardan Assatryan usa jî derheqa pirsa k’itêbên dersada xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî h’etanî niha, net’ewên kêmjimar bi înîsîyatîva xwe k’itêbên dersa çap kirine, lê niha h’ewceye, ku ew bêne guhar’tinê, t’êmayên wana bêne pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button