SerekeSîyasî

Sîyasetmedara k’urd, ya ku h’ebsêdane, bona bêhurmetkirina Êrdog’an saleke girtinêye zêde jî stendîye

Parlamêntvana k’urde berê, ya ku cezayê girtina 15 sala stendibû, dîsa bona bêhurmetkirina Êrdog’an saleke zêde stendîye.Gilî derheqa Sebahad T’ûncêlêdane, ya ku Êrdog’an çawa “dijminê jina û k’urda” nav kirîye. Ew yek sala 2O16-a qewimîye. Derheqa wê yekêda ajansa Reuters-ê nivîsîye. Em bêjin, wekî parlamêntvana berê, ya ji partîya Dêmokratîk, ya Gelan T’ûncêlê sala 2O19-a cezayê girtinêye 15 sala stendîye. Wê nava wa gotî “belavkirina propaganda têr’orîstî”-da û p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar kirine. Advokatê T’ûncêlê ev gunek’arkirinên nû nav kirîye çawa cêr’ibandina îzinnedayîna azaya fikirê û serda zêde kirîye, wekî T’ûncêl van gunek’arkirina înk’ar dike. Partîyayê ev yek r’exne kirîye û gotîye,wekî ewê paşda venek’işin. Qanûna derheqa bêhurmetkirina serokê T’irk’îyayê heye.Serokê organîzeya Human Rights Watch-yî berê Bêncamîn Word gotîye,wekî bêhurmetkirina serokê dewletê gerekê çawa xirabk’arî neyê h’esabkirinê û neyê cezakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button