H’emû nûçeSereke

Hevaltîya amêrîkî têr’a dibîne li Ermenîstanê merk’eza global, ya h’elkirinên têk’nolocî bide vekirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan r’astî h’îmdarê hevaltîya amêrîkîye têk’nolocîya ya bi navê SADA Systems-ê, sedirê şêwirê Hovîk Safoyan hatîye. Hovîk Safoyan gotîye,wekî hevaltîya wan têr’a dibîne li Yêrêvanê merk’eza global, ya h’elkirinên t’êknolocî bide vekirinê, derheqa k’îjanêda pêşer’ojêda wê bi hûrgilî bê r’aberkirinê. H’îmdarê hevaltîyê gotîye,wekî wê bik’evine nava merk’ezê usa jî qulixdarîyên t’êknîkî, înjênêrî, p’êşezanîyê û serk’arîkirinê û wê piştgirîyê bidine meriva, ku ew baş hînbin. Hakob Arşakyan h’îmdanîna merk’eza wî cûr’eyî girîng h’esab kirîye û gotîye,wekî bernamên wî cûr’eyî gelekî bona bernamên wezîretêye global girîngin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button