SerekeSîyasî

H’ukumata Îraqê bersiva banga Me’srûr Barzanîyê serekwezîre derheqa neh’îyên hevr’aqayîlnekirîda daye

H’ukumata Îraqê bersiva banga serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî daye, anegorî k’îjanê Barzanîyê serekwezîr bang kiribû, ku pêşîya zeftkirina e’rdê k’urdaye li neh’îyên provînsîya K’irkûkê bigrin.Wezîreta Îraqêye e’daletê bi fermî e’mir kirîye, ku admînîstrasîyayên li K’irkûkê, Nînêvîyayê, Salh’edînê, Dîyalê, Necefê, K’erbelê û Anbarê peymanên malhebûna gundîtîyêye ku hêna r’êjîma Sedem H’usêyn hatine îmzekirinê, nas nekin.Nava vê h’evtêda bi deha malbetên e’rebên ji başûrê Îraqê êrîş birine ser gundên k’urdaye li neh’îyên K’irkûkê û gef xwerine, dane dîyarkirinê, ku peymanên wane berê t’evî h’ukumata Îraqê hene. Piştî wê yekê serekwezîrê K’urdistanê bi e’lametîyêva pêşda hat û ew yek gunek’ar kir.Serekwezîr gotibû, wekî bi gavên wî cûr’eyî dikarin dêmografîya dev-dora bidine guhar’tinê û seyaseta Sedem H’usêyne e’rebîzasîyakirinê berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button