SerekeSîyasî

R’obêrt Ford : ŞAY wê ji Îraqê û Sûrîyayê neçe û ew k’emala mezin dide baza leşkerîye li Hewlêrê

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî berêyî li Sûrîyayê R’obêrt Ford gotîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê bi t’emamî ji Îraqê neçe û k’emala mezin dide baza ŞAY-ye li Hewlêrê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ŞAY wê hêzên Îraqî li bazayên leşkerî hînke û wê piştgirîya matêrîyalî-t’êknîkî bide opêrasîyonên ŞAY-ye li bakûrê Sûrîyayê.Baylozê berê derheqa hevk’arîya ŞAY-ye t’evî hêzên pêşmerga bîr anîye.Ewî gotîye,wekî h’evtêkê pêşda baylozê wanî li Îraqê çûye Hewlêrê û piştgirîya leşkerîye bahê 25O-î mîlîon dolara pêşmergar’a birîye.Paşê Ford nava miqala xweda daye dîyarkirinê, ku wezîreta ŞAY-ye p’arastinê naxweze eskerê xwe ji bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê derxe bona ku h’ukumê xweyî li wir xweyke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button