H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê neh mîlîon yêvro bistîne, bona milahîmkirin û kontrolkirina hebûna h’akima

Komîsîya Avropayê wê piştgirîyê bide werguhastinên nava sîstêma Ermenîstanêye meh’kemê.Anegorî qayîlnivîsara t’evî h’ukumata Ermenîstanê, komîsîya Avropayê 3O-î mîlîon yêvro bona Ermenîstanê soz daye. Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîr Mhêr Grîgoryan gotîye. “27 mîlîon yêvro wê bi cûr’ê piştgirîya byûcêyê bêne dayînê, lê sê mîlîonên mayîn wê bibin çawa piştgirîya têk’nîkî”,- Mhêr Grîgoryan gotîye. Bona mîyaserkirina bernamê, du sal têr’a tên dîtinê, t’evî werguhastinên nava sîstêma meh’kme û bernamên dijî r’uşetxwerinê.Wezîrê e’daletê R’ûstam Badasyan daye zelalkirinê, wekî nava encamên mîyaserkirina bernamêda, sala 2O23-a sîstêma meh’kemê gerekê îdî ji r’uşetxwerinê dûr bimîne. “Neh mîlîon yêvroyên e’wlin gerekê îsal bona milahîmkirina h’akima û kontrolkirina hebûna wan bêne dayînê”,-Badasyan gotîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî komîsîya dijî r’uşetxwerinê, îdî hebûna endamên meh’kema konstîtûsîyon û şêwira h’akimaye t’ewrebilind kontrol dike. Nîkol P’aşînyanê serekwezîr jî serda zêde kirîye, wekî li ser r’îya werguhastinên dêmokratîk, Yektîya Avropayê hevalk’ara Ermenîstanêye h’îmlîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button